Şêx Seîdê Pîran

97. salvegera destpêka Tevgera Kurd ya bi serokatiya  Şêx Seîdê Pîran

Teşkîlata Azadiyê amadekariya xwe dikir da ku di New-roza 1925 an, di roja 21ê Adara 1925 an de, li Bakurê Kurdistanê serhildanekê  destpê bike.

Armanca Rêxistina Azadî, hişiyarkirin û rêxistinkirina gelê Kurd, darxistina serhildana gel û şerê rizgarkirina axa Kurdistanê û avakirina dewletek serbixwe bû.

Serhildan û Tevgera Kurd a bi serokatiya  Şêx Seîd,  li dijî siyaseta Dewleta Tirkiyê ya tune hesibandin û tune kirina miletê Kurd, parastina rûmet û hebûna  miletê Kurd bû.

Dewleta tirk bi amadekariyên tevgera Teşkilata Azadî di hese û ji bo ku rê li ber vê tevgera netewî bigire rêberên teşkîlatê Yusuf Ziya Beg û Xalid Begê Cibrî digire.

13.02.1925 Dewleta Tirk dixwaze li Pîranê Şêx Seid û hevalên wî desterser bike. Li Pîranê şerekî mezin derdikeve û serhildana Şêx Seîd bi vî rengî, ji wexta ku hatibû plan kirin zûtir û bi bê amadeyî destpê dibe.

Di demeke kurt de serhildan li gelek bajar û deverên Bakurê Kurdistanê belav dibe. Gelek bajarên Kurdistanê dikevin destê Kurdan. Li van bajaran îdareyên Kurdî tên danîn.

Hêzên Kurdan di roja 21.3.1925 an de dora Diyarbekirê digirin. 5 Rojan şerekî giran di nevbera Dewleta Tirkiyeyê û hêzên Kurdan de çêdibe. Lê mixabin hêzên Kurdan yên ku ketibûn nav bajarê Diyarbekirê şikesteke mezin xwarin û mecbûr man ku ji nav bajêr derkevin.

14 Nîsan 1925 Şêx Seîd û hevalên wî dikevine kemînekê û têne girtin. Paş Newroza 1925 hêzên Kurdî li gelek deveran paşve vedikişin.

29.6.1925 paş nîvê şevê Şêx Seîd û 46 hevalên wî li Amedê tên darve kirin. Cihê mezelê Şêx Seîd û 46 hevalên wî heta niha jî ji aliyê dewleta Tirk veşartî  hatiye hiştîn.

Ew agirê Şêx Seîd efendî û rêhevalên wî û hemû şehîdên Kurdistanê ji bo azadiyê hilkiribûn nevemirî. Ev agire li her çar beşên kurdistanê bi hêztir û gurtir bûye.

Di 97emîn salvegera destpêka serhildanê de em Şêx Seîd efendî, Xalid Begê Cibrî, Yûsûf Ziya Beg û hemû rêvebir û beşdarên serhildanê û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bibîr tînin.

Konfederasyona Kurdên Diaspora – Diakurd
13/2/2022


Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

RSS
Facebook
Twitter
YouTube
Instagram