Kurd Kurdî Kurdistan

Divê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û zimanê fermî!

Li her çar beşên Kurdistanê nêzîkî sed sale karbidest û rayedarên dewletên dagîrker bi darê zorê, bi rêya asîmîlasyonê û çavtirsandinê, gelê Kurd ji mafê xwe yê rewa ji zimanê dayikê bêpar hiştine. Di hemû waran de hewl dane û didin ku ziman û çanda kurdan têkbibin.

Mafê ziman mafekî rewa û xwezayî ye. Eger neteweyek zimanê xwe wunda bike, ew netewe dê wek neteweyek mirî di nav rûpelên dîrokê de cî bigire. Dewleta Tirk ji 2012 ve mecalê hilbijartina dersên bijarte daye. Bêguman nabe em qîma xwe bi dersên bijarte bînîn. Derseke bijarte ji bo 25 milyon kurdan neheqiyeke mezine, lê di van mercan de red kirina wê jî bê wateye.

Pêwîste zimanê kurdî di makezagona Tirkiyê de bibe xwedî statuyek fermî û bibe zimanê perwerdê.

Konfederasyona kurdên Diaspora – Diakurd destxweşiyê li hemû komên ziman wek Platforma Zimanê Kurdî (PZK), Hereketa Zimanê Kurdî (Hezkurd), Tora Çand û Zimanê Kurdî,  hemû partiyên siyasî yên Kurdistanî li bakûrê Kurdistanê, hemû dezgeh, navend û kesayetiyan bakûrê Kurdistanê dike ku îsal bi berfirehî xebat bo piştgîriya xwendina zimanê kurdî kirin.

Kampanya hilbijartina dersên bijarte li roja 7/2/2022 bi dawî hat, lê ev kampanye pêwîstê di hemû warên jiyanê de berdewam be. Em hêvî dikim hemû aliyên ku di wî warî de kar dikin, kampanyayên hevpar bo piştgîriya zimanê kurdî çêkin.

Zimanê kurdî rûmet û nasnameya me ye!

Zimanê kurdî mîrata hevpar û hebûna me e!

Konfederasyona Kurdên Diaspora – Diakurd
18/2/2022

RSS
Facebook
Twitter
YouTube
Instagram