Kurdish woman

Peyama Diakurdê bo Roja Cîhanî ya Jinan

Konfederasyona Kurdên Diaspora – Diakurd 8’ê Adarê, Roja Cîhanî a Jinan ji tev jin û mêrên wekhevxwaz pîroz dike. Diakurd rêz û hurmetê ji xebat û tekoşîna berdewam û nevest a jinan ji bo wekheviya di navbera jin û mêran de digire û xebata jinan di warên siyasî, abûrî û civakî de bilind dinirxîne.

Diakurd û rêkxistinên endam li ser vê bawerê ne ku mafê jinan mafê nîva civakê ye û mafê bingehîn ya mirovî ye û bêy azadiya jinan, civat azad nabe û rûyê pêşkevtin û geşekirinê bi xwe ve nabîne. Diakurd her di destpêka xebata xwe de heya niha berdewam dijî hemî cureyên çevsandin û cudahîdananên di navbera mirovan û nemaze jin û mêran de bûye. Em li ser vê bawerê ne ku di civata mirovatiyê dê wê demê aştî û azadî misoger dibe ku tev endamên civakê xûdiyê mafê wekhev û erkên civakî li gor hêz û şiyanên xwe bin.

Em di demekê de roja cîhanî a jinan bi bîr tînin ku di heyamê çend salên derbasbûyî de di çepera berevanî û berxwedana jinên Kurd dijî hizrên dagîrker û kevneşop yên saziya terorîstî ya “Daişê”de jinên kurd rolek sereke û bi bandor di pêxema parastin û berevanîkirin ji nîştiman û axa welatê me de dîtine.

Di gel wê ku li warê dîrokî û çandî de rewṣa jinên Kurd li hember jinên neteweyên derdûra Kurdan hem li warê pêgeha civakî û abûrî bêtir û bilintire, lê serbarê vê çendê jî mixabn jinên Kurd hem ji aliyê deshilatên dagîrker bi ser kurdistanê û hem jî ji aliyê çand û kultûra mêrserdest (mêrsalar) û zal bi ser Kurdistanê we dibine qurbanî û bi hemî awayekî têne çevsandin û tûşî tundûtîjîyê dibin.

Pêka qewareya çandî û civakî ya netewa Kurd, jinên Kurd yên Diaspora bi taybet li welatên pêşkevtî yên cîhanê jî serbarê hebûna derfetên baştir ji bo pêşkevtin û geşekirinê, qurbaniyê yekem yê kultûra mêrserdestiyê ne û li ber vê çendê piraniya derfetên xwenîşandana hêz û şiyana wan û pêşkevtinên hewce ji wan tên sinûrdar kirin.

Serbarê xebat û tekoşîna jinan di pêxema wekhevî û dadperweriya civakî, rêyek dûr û dirêj li hember jinên Kurdistanê û civatên kevneşop de maye ji bo gehiştin bi azadî û wekheviya civakî. Tu roj nebin ku jinek kurd nebîte goriyê kultûra tundûtîjiyê ya naskirî bi navê “tundûtîjiya namûsî”, mixabin ew diyardeya han li derweyî welat jî bi awayên curbicur tê dîtin.

Serkevtî be xebata wekhewiya jin û mêran!

Pîroz be 8’ê Adarê, Roja Cîhanî ya Jinan!

Komîteya birêveberiya Konfederasyona Kurdên Diaspora – Diakurd
8/3/2022

RSS
Facebook
Twitter
YouTube
Instagram