Hewlêr 2022

Diakurd bi tundî êrîşا Îranê bo Hewlêrê şermezar dike

Dewleta dagîrker ya Îranê duhî şev bi 12 mûşekên balîstîk êrîşî paytexta Başûrê Kurdistanê kir. Eşkere bû ku ew êrîş ji derveyî sînorên Êraqê hatine avêtin û çend avahiyên girîng wek Konsulxaneya DYA û kanala televîzyonê K24 hatine armanc kirin.

Em ji ber vê kiryarê terorîstî dewleta Îranê bi tundî şermezar dikin. Bila ew zanibin ku miletê kurd li seranserê cihanê wek neteweyek yekgirtî destkeftiyên ku bi giyanê hezaran şehîdan hatiye bidestanîn, dê biparêze û rê nede dagîrkeran ku aramiya Başûrê Kurdistanê têk bide.

Em bang li komelgeha navdewletî dikin ku vê êrişa terorîstî ya Îranê bi tundî şermezar bikin.

Komîteya birêveberiya Konfederasyona Kurdên Diaspora – Diakurd
13/3/2022

RSS
Facebook
Twitter
YouTube
Instagram