Halabja 16.3.1988

Karesata kîmyabarana Helebçê nayê jibîrkirin!

34 sal berî niha di 16ê Adara 1988 rejîma faşîst ya Êraqê bi çekên kîmyayî êrîşî Helebçê kir. Di encama vê karesatê de zêdetirî 5000 kurdên sîvîl şehîd bûn û bi dehan hezaran kes birîndar û koçber bûn. Her wiha jîngeha dewerê jî hate jehrawî kirin û nebadên jiyanê dar, giya û hemû ajal, ji jîngeha der û dorên Helebçê hatin kuştin û jinavbirin.

Kîmyabarana Helebçê û dewerên din yên Kurdistanê beşek bû ji operasyona Enfalê ya rejîma Ba’sî ya Sedam Huseyn bo cenosîdkirina gelê Kurd. Karesata Enfal û kîmbyabaranê heya îro jî birînekî giran ya jiyana xelkê dewerê ye. Hêj jî gelek ji şehîdên Enfalê winda ne an nehatine vegerandin bo axa Kurdistanê. Bandora wê trajediyê hêj jî dibe sebebê mirina pêşwext ya xelkê dewerê û beşek zêde ji zarokan nexweş û kêmendam li dayik dibin.

Dagîrkerên Kurdistanê gaza kîmyayî û çekên din yên komkujiyê li hemberî gelê me li hemû beşên Kurdistanê bikaranîne. Desthilatên dagîrker yên Tirkiye, Îran, Êraq û Sûriye di nav sed salên bihûrî de zêdeyî milyonek kurd kuştine û hêj jî li ser siyaseta cenosîdkirina netewa kurd berdewam in.

Em bangî komelgeha navneteweyî û hemû rêkxistinên mafê mirovan li cîhanê dikin ku çavên xwe li binpêkirina mafên rewa yê gelê kurd negirin, û dijî êrişên rejîmên Tirkiye, Îran, Êraq, û Suriyê li hemberî kurdistaniyan, rawestin. Em daxwaz ji Neteweyên Yekgirtî û hemû hikûmetên demokratîk dikin kîmyabarana Helebçê û komkujiya Enfalê bi fermî weke cenosîd nas bikin.

Em şehîdên komkujiya Helebçê û hemû Kurdistanê bi rêz we bi bîr tînin.

Komîteya birêveberiya Konfederasyona Kurdên Diaspora – Diakurd

16/3/2022

RSS
Facebook
Twitter
YouTube
Instagram