Anfal genocide

Komkujiya Enfalê cînosîd û tawanekî dijî mirovayetiyê bû!

Komkujiya Enfalê li Başûrê Kurdistanê ji aliyê rejîma Baas ya Êraqê ve dijî Kurdan hate pêkanîn. Di 8 qunaxên Enfalê di navbera 23ê sibat û 6ê îlona 1988 de zêdetirî 182 hezar Kurd bûne qurbaniyên komkujiya etnîkî û zedetir ji 4 hizar gundan digel axê hatine rastkirin û jêrxanê aborî bi giştî, çavkaniyên çandinê bi taybetî hatine ji navbirin.

Piştî hilweşandina rejîma Sedam Hisên, sala 2003, bi sedan gorên komî yên Kurdan li Êraqê û Başûrê Kurdistanê hatine dîtin û heta niha jî gelek gorên komî yên ku bi hezaran Kurd têde hatine veşartin nayên zanîn. Hatiye tesbîtkirin ku gelek ji wan qurbaniyan bi saxî hatine binaxkirin, û keç û jinên kurdan jî bûne qurbaniyên destdirêja rayedar û alîkarên rejîmê.

Gelê kurd heta ku mafên xwe yên rewa bi dest neyîne, nebe xwedî dewlet û serweriya xwe, dê her tim di bin tehdîda komkujiyên wek Enfalê de be. Rê li ber girtina komkujiyên nû, tenê bi yekrêzî, rêz li hev girtin û hemahengiya siyasî di navbera hemû pêkhateyên kurdan de dikare çêbe.

Pêwîste dîplomasiya kurd ji bo lêpirsîneke navdewletî têkeve tevgerê da komkujiya Enfalê û kimyabarana Helebçê bîne rojeva Netewên Yekgirtî û dadgehên navnetewî bo nasandina wan weke cînosîda etnîkî. Erka rêxistinên medenî û pisporên kurd li diaspora ye jî ku di wî warî de bi bername û planên hevpar tevbigerin.

Komîteya birêveberiya Konfederasyona Kurdên Diaspora – Diakurd
13/4/2022

RSS
Facebook
Twitter
YouTube
Instagram