Erdogan Putin

Diakurd êrişkarî û dagîrkeriya dewleta tirk li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi tundî şermezar dike

Demeke dirêj e ku dewleta faşîst ya Tirkiye hemû xezeba xwe li ser başûr û rojavayê Kurdistanê dibarîne. Ji êvara 17 nîsanê ve ye ku li gel hêzên hewayî û bejayî êrişên xwe berfirehtir kirine.

Dewleta tirk û rejîma dîktator ya Erdogan di nav qeyranek gelek giran de ye. Aboriya Tirkiyê têkçûye, siyaset xetimiye û rejîm her roj xwîn wenda dike.

Hilbijartina giştî a pêşwext îro di rojeva Tirkiyê de ye. Wa diyar e, Erdogan û şirîkê wî yê nijadperest MHP dê vê hilbijartinê de tûşî hezîmeteke mezin bibin. Ew di wê hêviyê de ne ku, bi dijayetî û dijminahiya kurdan, bi bilindkirina pileya nijadperestiya tirkan dibeku xwe ji vê qeyranê xilas bikin û desthilata xwe biparêzin.

Statuya hêrêma Kurdistanê her tim bûye stiriyek di çavê dewleta tirk de. Armanca wan jinavbirina destkevtiyên gelê kurd û bêrûmetkirina rêveberiya herêma Kurdistanê ye.

Dewleta tirk bi vê êrîşê xwe hemû peymanên navnetewî binpê dike. Em bang li komelgeha navnetewî, navendên biryardar wek Neteweyên Yekgirtî UN, Yekitiya Ewropa EU û NATO dikin ku bi erkên xwe rabin, êrîş û destlêwerdana dewleta tirk li Başûr û Rojavayê Kurdistanê bisekinînin. Komelgeha navnetewî divê rejîma dagîrker bi tundî şermezar bike, li hember Tirkiye tedbîrên aborî û leşkerî bigre.

Komîteya birêveberiya Konfederasyona Kurdên Diaspora – Diakurd
20/4/2022

RSS
Facebook
Twitter
YouTube
Instagram