Kurdistan 1898

Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz be!

Roja Rojnamegeriya Kurdî, roja bîranîna derketina yekemîn rojnameya kurdî ye. Rojnameya Kurdistan di 22ê nîsana 1898an de ji aliyê Miqdad Midhed Bedirxan ve li paytexta Misrê Qahîreyê hate çapkirin. Bi helkefta vê rûdawa dîrokî, 22ê nîsanê weke Roja Rojnamegeriya Kurdî tê pîrozkirin.

5 hejmarên pêşîn ên rojnameyê di şert û mercên dijwar de li Qahîreya paytexta Misrê hatin derxistin, lê piştî zext û zordariyên dewleta Osmaniyan hêjmarên wê yên 6-31an ji aliyê Ebdurrehman Bedirxan ve li Swîsreyê û Înglistanê hatin derxistin.

Rojnama Kurdistan bandoreke mezin li ser rewşenbîriya Kurdî, tevgerên Kurdan û hişyarkirina neteweyî bi giştî kiriye. Di 124 salên bihûrî de bi hezaran rojname û rojnamevanên kurd li ser rêbaza Miqdad Midhed û Ebdurrehman Bedirxan de meşiyane û li gel hemû zext, zoriyan vê mîrata wan roj bi roj pêşve dibin. Mixabin heya îro jî salane bi sedan rojnamevan û nivîskarên kurd yên hemû beşên Kurdistanê ji ber xebata xwe ya pîşeyî û derbirîna raya xwe dikewin ber hêrişên narewa û heta di gel îşkence, zîndan û kuştinê de jî rûbirû dibin.

Em bi minasibeta Roja Rojnamegeriya Kurdî hemû pêşengên rojnamegeriya kurdî bi bîr tînin û wê rojê ji rojnamevan û hemû xebatkarên rojname û medyayên Kurdistanî pîroz dikin.

Komîteya birêveberiya Konfederasyona Kurdên Diaspora – Diakurd
21/04/2022


Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

RSS
Facebook
Twitter
YouTube
Instagram