Demokrasiyê biparêzin û li hemberî nijadperestiyê rawestin! Dengê xwe bidin dostaniya Swêd û Kurdistanê!

Di 11ê îlonê de em ê li Swêdê biçin ser sindoqan ji bo hilbijartina hikûmeta nû ya ku dê di çar salên pêş de Swêdê birêve bibe. Di niqaşên hilbijartinê de gelek mijarên girîng tên rojevê. Ji van pirsan du pirs herî zêde me bala me kurdan dikişîne. Endametiya Swêdê ya NATOyê û encamên wê û metirsiya gefên hêzên dijî biyaniyan û demokrasiya Swêdê. Ev rewşa pir hestiyar her dihêle ku em wek nûnerên diaspora kurd sekina xwe bi hûrgilî binirxînin ka divê em di vê pêvajo de çawa tevbigerin.

Me dît ku piştî zextên rejîma totalîter a Erdogan, serlêdaneke fermî çawa veguherî qeyraneke mezin a navneteweyî. Ev yek di nav kurdên li Swêd û Fînlandê dijîn bû sedema nîgeraniyeke mezin. Desteserkirina vê pirsê û dokumenta di gel rejîma Erdogan hatiye wajokirin, di nav kurdan de û gelek siyasetmedar, rojnamevan, nivîskarên swêdî ku bi eşkereyî nerazîbûna xwe nîşan didin, rastî rexneyên berfireh hat.

Weke Diakurd di destpêka pêvajoyê de me bi daxuyaniyekê nêrînên xwe pêşkêş kirin û me tekezî li ser girîngiya ewlekariya Swêd û Fînlandê kir, di heman demê de hişyarî da ku eger tawîz ji Tirkiyeyê re were dayîn dê encamên wê yên neyînî hebin. Dem nîşan da ku hin tirsên me rewa bûn û hîn jî ne diyar e ku Fînland û Swêd dê çawa sozên ku di dokumenta wajokirî bi Tirkiyê danê dê bi cih bînin.

Beriya hilbijartina 11 îlonê, girîng e ku em jibîr nekin ku di biryara endametiya NATO de girîngiya ewlehiya Swêd û Fînlandê ji alî hemî partiyên parlamentoyê hatibû pejirandin. Lewma divê rexne tenê li partiyên desthilatdar neyê kirin.

Him Fînland û him jî Swêd ji aliyê hikûmetên sosyaldemokrat ku bi salan piştgirî û piştevaniya têkoşîna kurdan kirine, tên birêvebirin. Em girîngiyê didin pêwendiya xwe ya bi nûnerên hikûmet, partiyên siyasî û parlementerên ku piştevaniya têkoşîna Kurdan kirine. Piştgiriya ku ji aliyê Kurdên çaraliyê cîhanê ve tê teqtîr kirin. Piştgiriya ku di 11’ê Îlonê de dema ku em biçin ser sindoqan divê em ji bîr nekin.

Em bang li hemû Kurdan dikin ku di nîqaşên xwe de rastgo bin û rê nedin hêzên ku hewl didin dostaniya Swêd, Fînland û Kurdistanê xera bikin, serbikevin. Pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke navneteweyî ye ku zû yan dereng wê ji aliyê komelgeha navneteweyî ve were çareserkirin. Girîng e ku têkiliyên herdu welatan ên baş bi Kurdan re ji van nîqaşan zirarê nebînin.

Divê herwiha em demokrasiyê jî biparêzin û bi hemû hêza xwe pêşdeçûna hêzên dijî biyaniyan li Swêdê rawestînin. Girîng e ku em wek diasporaya kurd xebatên xwe wek berê bidomînin û li hember hemû êrîşên Putîn, Erdogan û hevalbendên wan, welatên xwe yên nû biparêzin.

Konfederasyona Kurdên Diaspora – Diakurd

4/9/2022

RSS
Facebook
Twitter
YouTube
Instagram