Panela hilbijartina Swêdê li Pirtûkxana Kurdî birêveçû

Diakurd li beriya hilbijartinan paneleke taybet li ser pirsa NATO, segregasyonê û pirsên din yên peywendîdar bi civaka kurdî, li 4.9.2022 li pirtûkxana Kurdî ya Stockholmê pêk anî.

Panel bi beşdariya nûnerê pênc partiyên Swêdî, heftiyek beriya hilbijartinên giştî û yê herêmî pêk hat. Roja 11ê îlonê 7,5 milyon hilbijêr wê herin ser sandoqê ji bo parlemenê, ji bo şaredariyan û ji bo rêvebiriya parêzgeyan dengê xwe bidin.

Panel ji aliyê Hêja Mardîn Baban ve hat rêvebirin. Nûnerên partiyên ku beşdariya panelê kiribûn ev bûn:

  • Marta Aguirre, endama birêveberiya partiya Çep
  • Maria Ferm, berdevkê pirsên karûbarên derve ya Partiya Kesk
  • Kadir Kasirga, namzetê Partiya Sosyaldemokrat
  • Maria Leissner, namzetê rêvebiriya herêmî yê Partiya Lîberal
  • Fredrik Wallen, namzetê rêvebiriya herêmî yê Partiya Kristian Demokrat

Her wiha Lawen Redar parlemantera partiya sosyaldemokrat û Fredrik Malm parlemanterê partî Liberal jî di çalakiyê de beşdar bûn.

Di destpêkê de Keya Îzol bi nûneratiya Diakurdê çalakî vekir û Serokê Diakurdê Adnan Axacan axaftinek kurt li ser girîngiya hilbijartinan, parastina demokrasiyê û pêwendiya wê bi civaka kurdî kir.

Di panelê de pirsên wiha hatin peyvandin, ku zêdetir civaka Kurdên Swêdê eleqedar dike. Pirsên wek endametiya NATOyê, dijberîya Tirkiyê ya li hember endambûna Swêdê û Fînlandê, segregasyona penaberan li hin herêman û zêdebûna nijadperestiyê li Swêdê di panelê de hatin rojevê û panelîstan raya xwe anîne ziman.

Ray û gotinên panelîstan ji aliyê beşdaran we bi germî hatin pêşwazî kirin û di dawiyê de wan pirsyarên xwe arasteyî panelîstan kirin. Berbijarkirina bi dehan kurdan ji aliyê partiyên Swêdî we diyar dike ku sererayî gef û daxwazên rejîma Erdogan, di pozîsyona Swêdê ya girêdayî kurdan de guherînek bingehîn çênebûye.

Cihê amajê ye ku Diakurdê di 3.9.2022 daxûyaniyek taybet li ser hilbijartinên Swêdê belaw kiriye û em bi hêvîne ku gelê me li Swêdê bi germî beşdarî di hilbijartinê bike. Civaka me li diaspora demekê serkevtî dibe ku di hemû astên biryardan û xebata civakê beşdar be.

RSS
Facebook
Twitter
YouTube
Instagram