Dr. Sadiq Şerefkendi

Rejîma Îslamî ya Îranê bi terorkirina Dr. Sadiq Şerefekendî û hevrêyên wî rûyê xwe yê rastîn nîşanî cîhanê da!

Sekreterê giştî yê Hizba Demokratê Dr. Sadiq Şerefkendî û hevrêyên wî Fetah Ebdolî, Humayûn Erdelan û çalakvan Nûrî Dihkurdî 30 sal berê di 17ê Îlona 1992 ji aliyê terorîstên rejîma îslamî ya Îranê li Berlînê hatin şehîd kirin. Dadgeha Almanî di nîsana 1997 de desthelatdarên rejîma îslamî di asta herî bilind de wek tawanbarê terora Dr. Şerefkendî û hevrêyên wî nasand û ji ber wê welatên Yeketiya Ewropa bo demekê peywendiyên xwe yên dîplomasiyê di gel Îranê rawestandin.

Dr. Sadiq Şerefkendî di nav partiya xwe de weke rêberekî zana, pêşengekî aza û cihê baweriyê hatibû qebûl kirin, lê rêzgirtin ji xebat û kesayetiya wî ji çarçîweya partiya wî berfirehtir bû. Wî bi lêhatîyî û xebata xwe ya neteweyî karî bû bibe cihê rêz û baweriyê di navbera hêzên Kurdî li rojhilatê Kurdistanê û heta li beşên din yê Kurdistanê jî ew weke berdewamkerê siyaseta Dr. Ebdurehman Qasimlo dihate dîtin. Dr. Şerefkendî her wiha di nav opozîsyona Îranî jî wek kesayetekî berbiçav û xwedî ezmûn dihate hesibandin.

Teror kirina serkirde û kesayetiyên diyar yên kurd yek ji bingehên siyaseta dijî kurdî ya rejîma îslamî ya Îranê û berê wê jî rejîma şahenşahî bûye. Terora Dr. Şerefkendî û hevrêyên wî li Berlînê, terora Dr. Qasimlo û hevrêyên wî di sala 1989 li Viyenê, û terora sedan pêşmerge û xebatkarên kurd berdewamiya siyaseta dagîrkerî ya Îranê li Kurdistanê ye ku Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî di sala 1947ê li sêdarê da û Simkoyê Şikak di sala 1930 li ser mîzê hevpeyvînê da teror kirin.

Rejîma Îranê bi terora rêber û kesayetiyên diyar yên bizava rojhilatê Kurdistanê gelek hewl da ku şoreşa kurdî têk bide û gelê kurd neçar bike ku dest ji armanc û xwastên xwe yên rewa bo bidestanîna mafê çarenivîsê hilbigire. Îro em bi xweşî we dibînin ku siyaseta dagîkerane ya Îranê serneketiye û pêşengên rêbaza Qazî, Qasimlo û Şerefkendî careke din hemaheng û yekgirtî di bin sîwana HDKÎ de ji bo mafên rewa yên gelê kurd li rojhilatê Kurdistanê têdikoşin. Yeketî û yekrêziya Hizba Demokrat û hewl bo çêkirina bereyekî yekgirtî bo xebata neteweyî li rojhilatê Kurdistanê baştirîn bersive bo gehiştin bi armancên rewa yê gelê me li wê beşa Kurdistanê.

Di 30e mîn salvegera terora Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî de, em hemî şehîdên doza azadî û rizgarîya Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin. Em terora rêber û têkoşerên kurd ji aliyê rejîma Îranê careke din bi tundî şermezar dikin û daxwaz ji Komelgeha Navneteweyî dikin li hemberî terora dewletî ya Komara Îslamî ya Îranê û binpêkirina mafên gelê Kurd bêdeng nemîne.

Şehîd nemirin û rêbaza wan bo azadî û serxwebûna Kurdistanê dom dike!

Konfederasyona Kurdên Diaspora – Diakurd
16/9/2022

RSS
Facebook
Twitter
YouTube
Instagram