Diakurd piştgîriya serhildana Rojhilatê Kurdistanê dike

Di civîna mehane ya komîteya birêveberî ya Diakurdê de bi berfirehî li ser serhildana rojhilatê Kurdistanê û Îranê û her wiha hêrişên rejîma dagîrker ya Îranê bo ser bargehên partiyên rojhilatê Kurdistanê (PDKI, Komala û PAK) û dewerên Başûrê Kurdistanê hate rawestan.

Komîteya Birêveriyê desteka kurdên diaspora bo meş û çalakiyên piştgîriya Rojhilatê Kurdistanê li hember rejîma terorîstî ya Îranê gelek girîng dît û bi pêwîst zanî ji rêkxerên çalakiyan daxwaz bike ku di peywendiyên xwe di gel aliyên Îranî û rêkxistina çalakiyên hevpar di gel wan de, reng û dengê Kurdistanî bi berçav bigirin, û deriyê hevkariyê bo hemû aliyên Kurdistanî vebikin. Yeketî û yekrêziya Kurdan li diaspora bêguman dê hêzê bide serhildanê û ji aliyê din bi wî awayî navendên biryarder dê baştir ji daxwaz û pêwîstiyên kurdan agehdar bibin.

Komîteya Birêveberî biryar da ku bi rêya federasyonên endam bi berdewamî desteka wê xebatê bike û her wiha bi nivîsîna nameyekê bo navendên navneteweyî daxwaza piştgîriya cîhanî bo serhildana rojhilatê Kurdistanê û Îranê bike.

Konfederasyona Kurdên Diaspora – Diakurd
4/10/2022

RSS
Facebook
Twitter
YouTube
Instagram