Zarokên xwe fêrî axaftin, xwendin û nivîsîna kurdî bike!

Ziman hebûna me ye, nasnama me ye, pêşeroja me ye!
Ziman hestên me ne, ramanên me ne, xevnên me ne!

Sed sale dagîrkerên Kurdistanê bi hemû mecalên xwe ve asîmilasiyonek bê hempa dijî gelê kurd li her çar beşên Kurdistanê dajon, ku kurd ji hebûna xwe dûr bikevin, bê nasname û bê rûmet bimînin.

21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ye. Dîroka wê rojê digere sala 1952 û dema ku dewleta Pakîstanê zimanê ûrdû wekî zimanê yekem û fermî îlan kir. Di 21ê Sibata sala 1952 çalakvanên Bangladeşî li hemberî vê biryarê bertek  nîşan dan û di navbera wan û polîsên Pakîstanî de pevçûn derket û gelek  çalakvanên Bangladeşî hatin kuştin. Ji ber vê bûyerê UNESCO di sala 1999 de ev roj ji bo bîranîna wan kesên ku hatine kuştin, weke roja zimanê dayikê diyar kir. Di vê rojê de di derbarê girîngiya zimanê dayikê de li gelek deverên cîhanê axaftin tên kirin, çalakî tên lidarxistin û tê pîrozkirin.

Bi milyonan kurd li Rojhilata Navîn rû bi rûyî asîmîlasyoneke drunde ne. Dagîrkerên Kurdistanê dixwazin kurdan û zimanê wan ji holê rakin. Gelek zaravayên kurdî di bin metirsiya nemanê de ne teybeten, dimilî (zazakî) li bakurê Kurdistanê û hewramî li Rojhelatê Kurdistanê.

Mixabin li Bakurê Kurdistanê zimanê kurdî ber bi nemanê ve diçe. Zimanê resmî tirkiye. Konserên hunermendên kurd têne qedexekirin, li kûçe û kolanan dengbêj mûzîkvanên kurd têne derbkirin û binçav kirin. Li rojhilatê Tirkiyê kurd bi tirsa kuştinê newêrin li her derî bi kurdî biaxivin.

Di van çend salên dawîn de xwendevanên kurd li dibistanên Bakurê Kurdistanê û Tirkiye dikarin zimanê kurdî wek dersa bijare hilbijêrin. Kampanyên baş têne meşandin. Gelek sazî, rêxistinên siyasî û şexsiyetên naskirî beşdarî vê kampanyayê dibin, lê kêmasiya mamostayên kurdî, kêmasiya pirtûk û materiayalên xwendin û dersdayînê ji bo geşepêdan û pêşvebirina zimanê kurdî astengên mezinin. Ya herî xirab dayik û bavên kurd li malên xwe de li gel zarokên xwe bi tirkî diaxivin. We diyare ev dayik û bab bi tirkî axaftinê, xwe zanatir, aqiltir û moderntir his dikin, lê bi wê kiryara xwe ew mezintirîn zilmê di serî de li zarokên xwe û paşê ji netewa me dikin.

Li Rojhilatê Kurdistanê dewleta nijadperesta axûndan, çi mecalan ji bo geşepêdana ziman û çanda kurdî nadet. Li rojhilat zimanê fermî farisiye û ew mêjiyê faşîstî bi çi şêwan amade nîne pênasê bi zimanê kurdî bike. Mamosteya kurd Zara Mihemedî ku li mala xwe de xwendin û nivîsandina kurdî fêrî zarokên kurdî dikir zêdeyî salekê hate hepskirin. Niha jî ku şoreşa Jin, Jiyan, Azadî li Rojhelatê Kurdistanê û Îranê li hemberî rejîma îslamî ya Îranê dimeşe, hin aliyên Îranî yên dijberî rejîmê hêj jî ne amade ne mafê perwerdeyê bi zimanê kurdî û zimanên din yên gelên bindest li Îranê qebûl bike.

Li Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî perwerdeya zimanê kurdî hêj bi başî misoger nebûye. Beşek zêde ji her du beşên Kurdistanê bin deshilata hikumeta Îraqe û rejîma Sûriye de mayîne û hêj jî ji siyaseta asîmîlasyonê rizgar nebûne.

Divê em bi serbilindî û bi hemû hêza xwe li dijî asîmîlasyonê derkevin, divê em xwedî li zimanê xwe derkevin. Divê em hemû derfetan bo parastin, fêrbûn û fêrkirina zimanê xwe bi kar bînin.

Erka me ye em zarokên xwe fêrî axaftin, xwendin û nivîsîna kurdî bikin!

Konfederasyona Kurdên Diaspora – Diakurd
21/2/2023

RSS
Facebook
Twitter
YouTube
Instagram