Ji bo qurbaniyên Helebçe û hemû cangoriyên jenosîdên Kurdistanê mûmekê dagirsîne!

35 sal berî niha komkujiya Helebçeyê pêk hat. Di 16’ê Adara 1988’an de rejîma Êraqê bi gaza jehrî êrîşî
Helebceyê kir. Di encama vê êrîşê de zêdetir ji 5 hezar sivîlan jiyana xwe ji dest dan, û 10 hezar kes jî
birîndar bûn, û gelek ji qurbani paşê ji ber nexweşiyên bi gaza jehrîn şehîda bûn.

Zilm û çewsandinên li ser Kurdan hîna ranewestiyaye. Li her 4 beşên Kurdistanê; Ji rojhilat heta rojava,
ji bakur heta başûrê Kurdistanê binpêkirinên mafên mirovan û mafên rewa yên netewa Kurd berdewamin. Kurd li bakur, rojhilat û rojava tuşî zindan, darvekirin, wundakirina çalakvanên siyasî û destbiserde girtina mal û milkan xwe tên.

Têkoşîna ji bo mafên Kurdan hîn bi dawî nebûye. Em qurbaniyên êrîşên mezin bi bîr tînin, lê êrîşên biçûk ên rojane jî ji bîr nekin.

Em bang li rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan dikin ku balê bikşînin ser binpêkirinên mafên
kurdan yên rewa ji aliyê rejîmên Îran, Êraq, Tirkiye û Sûriyê.

Em bang li welatên demokrat dikin ku di asta Neteweyên Yekbûyî de ji bo naskirina komkujiya Helebçe û Enfalê wek jenosîd hewl bidin û ji bo parastina mafê çarenûsî yê gelê Kurd di bin erkê Neteweyên
Yekbûyî de alîkar bin.

Werin her yek ji me bo qurbaniyên Helebçe û hemû cangoriyên jenosîdên din yên netewa xwe mûmekê dagirsînîn.

Konfederasyona Kurdên Diaspora – Diakurd
16/3/2023

RSS
Facebook
Twitter
YouTube
Instagram