Newroz û sersala nû ya Kurdî pîroz be!

Em îsal bi dileke şkestî û xemgin pêşwaziya Newroza 2023 dikin. Erdheja bakur  û rojavayê Kurdistanê muxabin bû sedema dehezaran cangoriyan, sedhezaran birîndar, derbederî bê mal û bêavahî bûna bi milyonan hevwelatiyên me. Ruha  cangoriyên vê karesatê şad be. Em şifa xêrê ji bo birîndaran dixwazin û hêviya vegerîna jiyanekî asayî bo hemû ziyanmendên dewerê dikin. 

Newroz ji bo gelê Kurd wate û peyama xwe ya taybetî heye. Bi dirêjahiya  dîrokê ve Newroz xala werçerxanê li jiyana gelê Kurd da dirust kiriye. Ji  dervayê hatina biharê, zîndîbûna sirûşt û xwezayê ye. Newroz ji bo me hilgirê  peyama jiyanê, hêviyan, azadîxwazî û rûbirûbûna zilm û zordariyê ye. Zêdetirê  serkeftin, xweşî û nexweşiyên gelê Kurd di Newrozê da rû dayne, dîroka me  nexşandiye û nîşana zêdetirê 2700 sale ku Kurdan zulm qebûl nekiriye û niha jî  ne gengaze ku qebûl bike. 

Cejna Newrozê herdem bîranîna rûxana neyarên gelê me û mîzgîniya destpêka  jiyanekî geş û pir hêviyê bi me dibexşîne.  

Li Bakurê welatê me şer, zilm û zordarîyekî bêhempa li ser gelên me tê  sepandinê. Hezaran kurd hatine kuştin û birîndarkirin, dehan hizar kurd hatine  zîndanî kirin. Dewleta xwînxwara tirk dijminahiya kurdan ne tenê li bakur, belkî  kurdên li hemû cîhanê ji bo xwe xeter dibîne û dijminahiyê li gel kurdan dike. 

Her bi vê helkeftê, em dilxweşî û şahnazîya xwe bi başûrê welatê xwe dikin.  Hêvî û daxwaza me ewe ku Kurdistan li ser rêya Demokrasîyê ber bi pêş biçe, lê em wê jî bîr nakin ku pişkekî mezin ji başûrê welatê me hêj jî dagîrkirî û birîndar e.  

Rojavayê Kurdistanê mecalên nû peyda bibûn. Lê muxabin siyaseta kurd  nekarî ji hin derfetên dîrokî sûd wergire. Kurd li rojavayê kurdistanê di rojeva  cîhanê de nin. Hêviya me heye ku rewşa kurdan li rojava ber bi başiyê biçe. 

Li rojhilatê Kurdistanê paş şehidkirina Jîna Emînî, bi giştî li Îanê û bi teybetî li  Kurdistanê raperînek mezin destpê kir. Rejîma îslamî ji bo serkûpkirina vê  raperînê hemî mecalên xwe bikar anîn. Em hevîdarîn şoreşa Jîna bibe  destpêkek ji bo dawî pê anîna rejîma îslamî ya Îranê. 

Cejna Newrozê herdem bîranîna rûxana neyarên gelê me û mîzgîniya destpêka  jiyanekî geş û pir hêviyê bi me dibexşîne.  

Bi vê helwestê em careke din Newroza we pîroz dikin. Her rojên we Newroz be!  

Konfederasyona Kurdên Diaspora – Diakurd
20/3/2023

RSS
Facebook
Twitter
YouTube
Instagram