Anfal genocide

Komkujiya Enfal nayê ji bîrkirin

Komkujiya Enfalê 35 sal berî niha ji aliyê rejîma diktatorî ya Saddam Hussein li başûrê Kurdistanê hate encam dan.

Sala 1988 kurd ji aliyê rejima Baas ve bi şêwên hovane û sîstematîk hatin qirkirin. 182.000 kurd hatin kuştin, ne kêmî milyonek kurdan bi naçarî mal û warên xwe terikandin û koçber bûn. Bi hezaran gund, cih û war hatine wêran kirin. Komkujiya Enfalê di gekek waran de berdewamiya siyaseta nijadperestiya ”Erebî” kirina Kurdistanê bû. Armanc valakirina Kurdistanê ji kurdan bû.

Kurd her tim di bin zordarî û êrişên ne mirovane yên dewleta Iraqê de bûn, lê bi kampanya Enfalê, kuştin, zordarî, cih û war pê dane terikandin û wêrankirina Kurdistanê bi şêweyên sîstematîk hatine encam dan. Pêvajoya êrişên Enfalê birîtî bo ji bikar anîn çekên kîmyevî dijî sivîlan, koçberkirin, kuştin, îdam kirin, şewitandin û bi boldozeran wêrankirina gund û avadaniyan. Di 6 september 1988 rejîma Baas da xûyakirin ku kampanya Enfalê sekiniye lê êrişên li ser kurdan ne sekinîn.

Paş rûxîna rejîma Saddam di sala 2003 bi sedan gorên komkujiyê li Kurdistanê û li Iraqê hatine dîtin. Her niha jî cihê gelek gorên komkujiyê ne diyarin ku bi deh hezaran kurdên hatî qetilkirin di wan goran de nin. Bi gor agahdariyan gelek ji qurbaniyan bi zindî hatine peçavtin.

Gelê kurd heta ku mafên xwe yên rewa bi dest neyîne, nebe xwedî dewlet û serweriya xwe, dê her tim di bin tehdîda komkujiyên wek Enfalê de be. Rê li ber girtina komkujiyên nû, tenê bi yekrêzî, rêz li hev girtin û hemahengiya siyasî di navbera hemû pêkhateyên kurdan de dê pêk bêt.

Konfederasyona Kurdên Diaspora – Diakurd

RSS
Facebook
Twitter
YouTube
Instagram