Kurd Kurdî Kurdistan

Diakurd li dijî peymana Lozanê dest bi pêvajoya dadgeriyê dike

Di 24’ê Tîrmeha 2023’an de sed saliya Peymana Lozanê di qede. Dewletên ku peyman îmze kirin, esasên herî girîng yên mafên navneteweyî bin pê kirin û gel ji maf û azadiyên bingehîn bêpar hiştin. Piştî şerê Cîhanê yê Yekem gelek dewletên nû hatin avakirin, gel hatin rizgarkirin û sîstemek nû ya cîhanê hate avakirin. Gelê Kurd di Lozanê de dîl hate girtin, heta mafê axaftinê jî nedane Kurdan û rê nedan ku nûnerên kurdan nûnertiya wan jî bikin. Paş peymana Lozanê nûnerên dewleta Tirkiye ya nû, berjewendiyên xwe wek bingeh girtin û ”aşitî” dabîn kirin. Ev ”aşitiye” li ser bingehê înkara gelê kurd hate dabînkirin. Damezrînerên dewleta Tirk ya pêşerojê her tim gotin ”em kurdan jî temsil dikin. Kurd li parlemana Tirkiyê û di hukumetê de xwedî mafên wekhevin” û paş damezrandina dewleta xwe, hebûna neteweya kurd jî înkar kirin.

Di encama vê peymanê de Kurd sed salan ji mafên xwe yên netewî bêpar man. Di pêvajoya van sed salan de bi sed hezaran Kurd hatin qetilkirin, bi milyonan Kurd hatin sirgûnkirin, bi hezaran gund hatin şewitandin û wêrankirin. Ewan Kurdistan kire qada asîmîlasyonê. Berhemên dîrokî ji Kurdistanê hatin talankirin û yên ku nehatine talankirin jî di bin avê de hiştin. Xwezaya Kurdistanê ku welatekî daristanî ye, wêran bûye û wêran kirin hê jî berdewam e.

Em wek Konfederasyona Kurdên Diyaspora – Diakurd bo ku desteserkirina mafên di Peymana Lozanê de bi dawî bibe û gelê me mafê çarenûsî yê ku di hiqûqa navneteweyî de hatiye destîşankirin bikar bîne, biryar da ku serî li dadgehê bidin. Parêzerêm me bi fermî daxwaznameyek nivîskî pêşkêşî Kabîneya Serokomariya Tirkiyê kiriye ku daxwazên me bi cih bîne. Eger di vê pêvajoya qanûnî de bersiveke erênî neyê dayîn, em ji raya giştî re radigihînin ku em dê pêşî serî li rêyên huqûqî yên navxweyî bidin û piştre serî li Komîteya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî bidin.

4ê Gulana 2023
Konfederasyona Kurdên Diaspora – Diakurd

English: Diakurd starts the judicial process against the Lausanne Agreement
Türkçe : DIAKURD Lozan Anlaşmasına karşi yargi sürecini başlatıyor

RSS
Facebook
Twitter
YouTube
Instagram