Doza li hemberî peymana Lozanê berdewam dike!

Wek tê zanîn, Diakurd bi minasibeta 100 saliya peymana Lozanê di 02.05.2023an de bi rêya parêzerên xwe bi daxwaznameyekê serî li desteya serokatiya komara Tirkiyê dabû û dest bi pêvajoya hiqûqî kiribû. Di daxûyaniyê de hatibû ragihandin ku bersiveke erênî neyê dayîn, em dê serî li rêyên hiqûqî yên navxweyî û navneteweyî bidin.

Serokatiya Komara Tirkiye di dema qanûnî de bersiv neda me û bi awayekî eşkere daxwaza me red kir. Ji ber vê sedemê me binpêkirina mafê Kurdan bir dadgeha îdarî ya Tirkiye.

Divê baş were zanîn ku peymana Lozanê 100 sal in ji bilî êş, înkar û kuştinê ti tişt nedaye gelê Kurd. Ev rewş ne tenê ji aliyê rêkxistina me Diakurd lê belê ji aliyê tevahiya gelê Kurd ve naye qebûlkirin. Gelê Kurd peymana Lozanê red dike û dixwaze mafê çarenûsê bikarbîne. Loma ev doz dozeke dîrokî ye. Ne tenê Diakurd lê hemû gelê Kurd dozgerê vê dozê ne.

Helbet wekî Diakurd em ne li bendê ne ku dadweriya Tirkiyê di berjewendiya me de biryarê bide. Lê em ji raya giştî ya navneteweyî hêvî dikin ku ji bilî tomarkirina vê neheqî û bêhiqûqiyê, piştgirî bidin daxwazên mafdar ên gelê Kurd.

Piştî qonaxa şêwra Dadgeha Bilind ya dewletê em ê ji qonaxa Dadgeha Destûrî jî parastina mafên rewa yên gelê Kurd bikin. Em ji berê de radigihînin ku piştî ku rêyên darazê yên navxweyî li Tirkiyeyê bi dawî bibin, em ê doza xwe bigihînin Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî.

Weke Diakurd em bang li hemû partiyên siyasî, rêkxistinên sivîl û welatparêzên serbixwe dikin ku piştgirî bidin vê dozê. 

05.07.2023

RSS
Facebook
Twitter
YouTube
Instagram