Sezgin Tanrikulu

Diakurd êrîşên nijadperestî yên li dijî parlementer û parêzvanê mafên mirovan Sezgîn Tanrıkulu bi tundî şermezar dike

Di demekê de ku dewleta Tirkiye bo pîrozkirina 100 saliya xwe propagandayê dike, em dibin şahidê binpêkirinên mafên mirovan û nijadperestî yên li dijî gelê Kurd û kêmayetiyan. Kesên li hember neheqiyan têdikoşin bi gef û êrîşan dibin hedefê aliyên nijadperest û faşîst.

Yek ji navên ku ji aliyê nijadperestên tirk ve tê hedefgirtin birêz Sezgîn Tanrikulu ye. Tanrikulu bi têkoşîna xwe ya hiqûqî di serdema serokatiya wî li Baroya Amedê û piştî ku bû parlamenter jî hem li Tirkiye û hem jî li derveyî welat bû dengê kesên ku rastî neheqiyan bûne. Wî di têkoşîna hiqûqî ya ku li qada navneteweyî da destpêkir de gelek doz bi ser xist û xelata Kennedy girt. Yek ji van bûyeran jî gotina “Artêşa Tirk 15 gundî ji helîkopterê avêtine” bû û ev bûyer ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (AİHM) ve jî hate piştrastkirin.

Ji ber vê sedemê ew ji aliyê gelek komên nîjadperest û heta serokkomarê tirkan Recep Tayyip Erdogan jî bi awayekî eşkere tê hedefgirtin. Ew êrişên narewa weke doza parêzer û serokê Baroya Amadê Tahîr Elçî ku ji aliyê hêzên paramîlîter di sala 2015 hate terorkirin, tê berçav.

Niha jî hêzên tarî dixwazin dengê Tanrikulu qut bikin. Ji ber vê sedemê ew rastî êrîşên nîjadperest ên gelek aliyan tê û bi awayekî eşkere tê hedefgirtin.

Em van êrîşan bi tundî şermezar dikin û bang li civaka navneteweyî dikin ku li dijî nîjadperestiya ku li Tirkiyeyê roj bi roj zêde dibe bisekinin û Sezgîn Tanrikulu û kesên wek wî biparêzin.

Nîjadperestî sûcê dijî mirovahiyê ye û divê bi tundî bê şermezarkirin.

Konfederasyona Kurdên Diaspora – Diakurd
11/9/2023

RSS
Facebook
Twitter
YouTube
Instagram