Diakurd êrişkarî û dagîrkeriya dewleta tirk bo ser Kurdistanê bi tundî şermezar dike. Demeke dirêj e ku dewleta Tirkiye xezeba xwe li ser Kurdistanê dibarîne. Ji 25 xizîranê ve berdewam hêzên hewayî û bejayî êrişên xwe bi taybet li ser başûrê Kurdistanê berfirehtir kirine û di hewla çêkirina bazina ewlehî li nav axa Kurdistanê ne.
Rêkxistina navneteweyiya ye Community Peacemaker Teams (CPT) nîgeraniya xwe bo wê rewşê û bêdengiya aktorên dewerê û civaka navneteweyî aniye ziman. Bi gorî raporta CPT ger armancên arteşa Tirkiye bêne cî bi sedan kes ji xelkê dewerê dê neçar bin warên xwe çol bikin.
Dewleta Êraqê û Hikumeta Herêma Kurdistanê nabe li hemberî wan êrişan ku dikevin qalibê binpêkirina serweriya wan û yasayên navneteweyî bêdeng bimînin. Çi hegerên Tirkiye û her wiha Îranê ji alîyê huqûqî, eskerî û peymanên navnetewî nîne ku her wexta xwestin Kurdistanê dagîr bikin an axa wê dewerê bo armancên xwe bi kar bînin.
Dewleta Tirkiye zêdeyî 300 tank birine herêma Duhok û derdora wê û amadeyiya êrişeke berfirehtir dike. Bi gor çavkaniyan Tirkiye ji çileya pêşîn 2017 ve heta nîsana 2022 ji 40 heta 12 kilometre kûrahî û li ser zemîneke firavan ya Başûrê Kurdistanê 64 baregahên eskerî avakirine. Di sala 2023 an de nêzîkî 1600 caran bi balefirên şer û bi dironan Kurdistan bombaran kiriye.
Niha teybeten di herêma Berwarî leşkerê tirk ketine nav gundan û xelkê neçar bi valakirina gundan dikin. Leşker êdî nasnameya xelkê jî kontrol dikin. Vê tevgera hêzên Tirkiyeyê tirs xistiye dilê şêniyên gundan û nikarin heywanên xwe ji malê derxin û çandiniya xwe bikin. Armanca dewleta tirk dagîrkirina çiyayê Gare û bilindahiyên doraliyê bajarê Duhokêye. Bi gorî rapora rêkxistina CPT ger ev êrişene neyêne rawestandin dê herêma Kurdistanê ji heya sedî 75 desthilata xwe ya li Duhokê winda bike.
Statûya hêrêma Kurdistanê her tim bûye stiriyek di çavê dewleta tirk de. Ew wek carên berê dixwazin Kurdistanê weke pirsgirêkekî ewlehî nîşanî cîhanê bidin. Armanca wan ya serekî jinavbirina destkevtiyên gelê kurd û bêrûmetkirina rêveberiya Herêma Kurdistanê ye.
Dewleta tirk bi êrîşên xwe hemû peymanên navnetewî binpê dike. Em bang li komelgeha navnetewî, navendên biryardar wek Neteweyên Yekgirtî UN, Yekitiya Ewropa EU û NATO dikin ku bi erkên xwe rabin, êrîş û destlêwerdana dewleta tirk li ser Kurdistanê bisekinînin.
Konfederasyona Kurdên Diaspora – Diakurd
7.7.2024