Selvegera sed û yek salîya peymana Lozanê û hewldanên Diakurdê li hemberî wê peymanê

Peymana Lozanê di 24ê tirmehê 1923 an de ji alîyê Brîtanya, Fransa, Tirkîye, Îtalya, Yunanîstan, Japonya, Romanya, Yoguslavya kevin ve hat îmze kirin.

Sed û yek sal di ser peymana Lozanê re derbas bûn. Bi peymana lozanê Kurdistan carek din hate dabeşkirin. Soz, peyman û danûstendinên dewletên serdest wek Britanya û Fransa derew û xapandin bûn. Kurdan heta îro Peymana Lozanê qebûl nekirîne û naken.

Paş peymana Lozanê doza gelê Kurd û Kurdistanê ji rojeva dinyayê derket. Koalîsiyonek nepenî li dijî kurdan pêk hat.

Binpêkirin, hilweşandin anjî bê tesîrkirina peymana Lozanê tenê bi yekitiya sazî û rêxistinên Kurdistanî dikare serbikeve. Eger guhartineke bingehîn di siyaseta rêxistinên Kurdistanî de çênebe, peymana lozanê dê her wiha berdewam be û Kurd nikarin bibine xwedî statûyekî siyasî.

Di vê pêvajoyê de erkek gelek mezin dikeve ser mile rêxistin û dezgehên Kurdistanî yên Diaspora. Diaspora kurd bi gor sed sal berî niha gelek bi hêztire, gelek mezintire û bi rêxistinkirîye, lê perçebûna me û nebûna yeketiyekî bihêz hemû rê li ber me girtine.

Diakurdê li sala bihurî di sedsaliya wê peymana şûm de pêvajoyeke huqûqî dijî dewleta tirk destpêkir û heya niha jî dom dike. Ev Pêvajoya huqûqî gelek girînge. Ne hewceye her nihada hin kes bikevine nav hesab û kitaban ka çi encam dê jê derkeve. Di van sedsalên dawîde cara yekeme ku weke rêxistineke Kurdistanî li dîaspora Diakurd ev kare encam daye. Em hêvîdarîn Diaspora Kurdistanî piştivaniya vê pêngavê û gelek xebatên din bike. Êdî dem hatiye em wê pêvajoyê bigihînin qadên navneteweyî.

Em bangî raya giştî ya cîhanê û dewletên ev peymane îmze kirine dikin ku ev  neheqîya dîrokî ya li hemberî gelê kurd hatiye kirin bibînin û piştivaniya mafê gelê kurd yê rewa û her we piştivaniya dewletbûyîna gelê kurd bikin.

Konfederasyona Kurdên Diaspora – Diakurd
24.7.2024

Zaniyariyên zêdetir:
Dadgeha Enqerê doznameya Diakurdê red kir
Belgeyên girêdayî doza Lozanê

RSS
Facebook
Twitter
YouTube
Instagram