Kurdistan flag

Daxuyaniya Konferansa Kurdên Diyaspora – Stockholm 3/11/2024

Konferansa Kurdên Diyaspora bi beşdariya jimarek mezin ji nûnerên rêkxistinên civakî, partiyên siyasî û rewşenbîrên Kurd ji hemû beşên Kurdistanê û welatên cawaz li Stockholmê hat lidarxistin.

Gelê Kurd xwediyê gelek dostên qedirgiran e ku wek çiya li pişta me rawestane. Zimannas û kurdologa hêja Dr. Joyce Blau (1932-2024) yek ji wan bû. Me bi şanazî Konferansa Kurdên Diaspora bi ser navê wê dosta wefadar kir, ku 50 salên jiyana xwe xiste xizmeta gelê me.

Di konferansê li ser neheqiyên ku li peyama Lozanê li gelê Kurd hatiye kirin û pêvajoya hiqûqî ya girêdayî wê mijarê ku Diakurdê li dijî dewleta Tirkiyê daye destpêkirin û mijara pêşeroja diyasporaya kurd bi firehî hatin gotûbêjkirin û nirxandin.

Jimareyekî berbiçav ji akademîsiyenên kurd lêkolîn û pêşniyarên xwe yên li ser diyasporaya kurd pêşkêşî konferansê kirin. Di vê çarçoveyê de pêşeroja diyasporaya Kurd û girîngiya yekrêziya rêkxistinên diyaspora weke pêwîstiyeke bingehîn hate dîtin.

Yek ji armancên konferansê girêdana nifşên nû yên civaka kurd bi xebata neteweyî bû. Ew mebest di hilbijartina birêveberî û axaftinvanên konferansê hatibû berçavgirtin û her wiha mijarekî taybet nasandin û xelatkirina 20 ciwanên serkewtî di warên cawaz yên zanist û hunerê de bû.

Îro em nêzî  4 milyon Kurd li diyasporayê dijîn. Diyasporaya kurd xwedî  potansiyeleke mezin û birêkxistinî ye. Dikare li derve kurdan temsîl bike û di pêvajoyên çareserîyên pirsa Kurd de xwedî roleka giring be. Ji ber vê yekê girîng e ku Kurd li çar aliyê cîhanê bi armanceke hevpar yekrêziya xwe durust bikin.

Diakurd di vê qonaxa krîtîk de ku Rojhilata Navîn ber bi gorankariyên mezin dibe, bang li hemû partiyên siyasî, rêkxistinên sivîl û rewşenbîrên kurd dike ku tev hêzên xwe yek bikin û ji bo çareseriyeke rewa ya doza kurd tevbigerin.  Di têkoşîna me ya hevpar de ev demeke dîrokî ye. Niha dema wê yekê ye ku em dengê xwe li hember neheqiyan ji berê bihêztir bilind bikin.

Konferansê bang li hemû aktorên Kurd ên li diyasporayê kir ku ji bo temsîlîyetek xurt û yekgirtî tevbigerin, berpirsiyariya xwe bînin cih.

Konferans herweha bal kişand ser girîngiya pêvajoya entegrasyonê. Divê rêxistinên diyasporayê bi awayekî aktîf û berdewam ji bo hêsantirkirina zehmetiyên ku Kurd di pêvajoya entegrasyonê de rû bi rû dimînin, bixebitin. Rêkxitinên civakî dikarin bibin pêşengê geşekirina kurdên diyaspora di hemû warên jiyanê de. Em her wiha pêwîste pirgirêkên rojane yên civakê bibînin û bo çareseriya wan kar bike. Wek nimûne divê em giranîyek taybet bidin ser têkoşîna li dijî sûcên nav ciwanan, ku di nav ciwanên me de bi rêjeyek mezin heye.

Di dawiyê de em tekez dikin ku nayê qebûlkirin ku miletek 50 milyonî bê statu û bê dewlet be. Mafê kurda heye ku bi xwe pêşeroja xwe diyar bike, mafê çarenivîsa xwe bikarbîne. Em bang li Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê dikin ji bo çareseriyeke mayînde ya pirsgirêka Kurd berpirsyariya xwe bi cih bînin, mafê çarenûsiya Kurdan nas bikin û bînin rojeva civaka navdewletî.

Pêvajoya çareseriyê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiye

Sererayî pirsên siyasî li hemû beşên Kurdistanê weke pêwîstiya lihevhatina aliyên kurdî li Başûrê Kurdistanê bo damezirandina hikumetekî bihêz piştî hilbijartina parlemanê, dîtina çareseriyê bo doza kurd li Rojavayê Kurdistanê, gorankariyên nû li Rojhilata Kurdistanê û Îranê piştî şoreşa Jîna û tevlîheviyên Rojhilata Navîn di konferansê de “pêvajoya çareseriyê” ya ku li Tirkiyê dest pê kiriye jî hat nirxandin û ji bo parastina maf û azadiyên bingehîn ên gelê kurd hilgirtina hingavên pêwîst hatin dest nîşan kirin.

Di 24’ê tîrmeha 1923’an de Peymana Lozanê hat îmzekirin û sînorên Tirkiyeyê hatin danîn. Bakurê Kurdistanê bi Tirkiyê ve hat girêdan. Piştî çend salan Başûr û Rojavayê Kurdistanê, li ser bingeha peymana Sykes Picot ku li sala 1916 hatibû vajokirin, bi welatên nû yên Iraq û Suriye ve hatin girêdan.

Rewşa siyasî ya îro nîşanî me da ku parçekirina Rojhilata Navîn a 101 sal berê xeletiyeke mezin a dewletên mezin wek Fransa û Îngilistan bû. Pêwîst e îro ew gav bavêjin û xeletiyên xwe serast bikin.

Kurdistan bi biryara dewletên mezin û bê îradeya gelê Kurd hat dabeş kirin. Dîrokê şanî me da ku herdu peyman jî şaş bûn û di rewşa îroyîn de pêwîst e, nexşeyên Rojhilata Navîn ji nû ve bên serast kirin.

Şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de gav bi gav li tevahiya herêmê berfireh dibe. Dewleta terorîst a Îranê û hêzên girêdayî wê wek Hamas, Hîzbûllah û Haşdî Şaabî bi dehan sal in li Rojhilata Navîn kiryarên xwe yên terorîstî  didomînin. Rewşa aloz a li heremê dikare nexşeya siyasî ya tevahiya Rojhilata Navîn biguherîne. Hemû aliyên meselê, çi hêzên mezin an dewletên herêmê ji bo şereke mezin amadekariyên xwe dikin. Zêdetirî 50 milyon kurdên ku li Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê dijîn, ji ber ku dewleta wan tune ye, bêhtir di bin metirsiyê de ne.  Rojane em dibin şahidê bandorên şer û aloziyan. Demekê dirêj e êrîşên dewleta Tirk li dijî Başûr û Rojavayê Kurdistanê berdewam dike û bi sedhezaran kurdên sivîl di bin êrîşan de bêparêz mane.

Konferans balê dikişîne ser tundî û êrîşên sîstematîk ên Tirkiyeyê li dijî Kurdan. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku êrîşên artêşa Tirk ên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê şermezar bikin û ji bo parastina gelê sivîl tedbîran bigirin.

Di bin siya rewşa aloz a li herêmê de, nîqaşên li ser guhertina destûra bingehîn û pêvajoyeke nû ya çareseriya pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê dewam dikin. Ji bo kurdan şanseke dîrokî ye ku mafên xwe wek netewe bi dest bixin. Di gava yekem de divê hebûna kurdan di destûra bingehîn û yasayên din de bi rêk û pêk bêne nas kirin û bê dest nîşan kirin ku kurd bi tirkan re xwedî mafê wekhev in. Di pêvajona çareseriyê de divê hemû pêkhateyên kurd weke aliyên dozê bên dîtin. Bi raya me pêwîste şandek bi nûneratiya hemû aliyên siyasî û civakî yên Kurdistanê bi çavdêriya civaka navneteweyî di danûstandinên çareseriyê de beşdarî bike.

Di destûra nû de divê ciyawaziya neteweyî ya Kurdan bê naskirin. Azadî û mafên bingehîn ên Kurdan ên ku nasname, ziman û çanda wî ya netewî misoger bike di destûra nû de cîh bigre.  Zimanê kurdî wek zimanê fermî bê qebûlkirin û di sîstema perwerdeyê de bê bikaranîn. Her wiha pêwîste li herêmên kurdan, nûnerên rasteqîne yên gelê Kurd xwedî desthilat bin.

Konfederasyona Kurdên Diaspora – Diakurd
Stockholm 2/11/2024

RSS
Facebook
Twitter
YouTube
Instagram