Dadgeha Enqerê doznameya Diakurdê red kir

Diakurdê li ser Peymana Lozanê li dijî Serokomariya Tirkiyê pêvajoyeke hiqûqî dabû destpêkirin. Di serlêdanê de em li hemberî peymana Lozanê rawestan û me daxwaz kir ku mafê çarenivîsa gelê kurd bi gorî zagonên navneteweyî were bicihkirin. Ji ber ku me ti bersîv ji Serokomariya Tirkiye wernegirt, me serî li 6. Dadgeha Îdarî ya Enqereyê da.

Mehkemeya 6. ya dadgeha Enqereyê di 08/11/2023 de bi yekdengî biryar daye ku bêyî lêkolîneke pêşîn çêbe daxwaza me red bike. Di biryara dadgehê de behsa hin xalên destûra bingehîn a Tirkiyeyê hatiye kirin û wiha dibêje: “Dewleta Tirkiyê komarek e, bi xak û neteweya xwe ve yekparçe ye, zimanê wê Tirkî ye, ala wê sor û spî ya bi stêrk e, sirûda wê ya netewî marşa serxwebûnê ye û paytexta wê Enqere ye û bi tu awayî çênabe ev paragraf bên guhertin û ne jî pêşniyara guhertinê bê kirin.”

Dadgeh herwiha tekez dike ku ”hat zanîn ku bi daxwaza bikaranîna mafê çarenûsê doz hatiye vekirin. Ev daxwaz li dijî pêkhateya Komara Tirkiyeyê ye. Ji ber vê yekê, li Tirkiye dezgehek ku vê daxwazê binirxîne tune ye. Loma mehkeme vê serlêdanê bêyî ku bersîv bide red dike.”

Biryara dadgehê îtîrafek e ku Tirkiyê pabendbûnên xwe bi Peymana Lozanê binpê kiriye û berpirsiyariyên xwe ne anîye cih.

Diakurd dê li asteka bilind de îtîrazê vê biryarê bike. Em bang li hemû welatên ku Peymana Lozanê îmze kirine û civaka navneteweyî dikin ku pêvajoya me ya hiqûqî ya li dijî Tirkiyeyê bişopînin.

Biryara Mehkemeya 6. ya dadgeha Enqereyê

Biryar ji dû rûpelan, ku me li xwarê belaw kirine, pêk tê û bi zimanê tirkî hatiye nivîsîn. Ji ber sebebên ewlehî me navên kesên ku di dokumentê de derbas dibin veşartine, lê dokumenta eslî di arşîva me de tê parastin.

RSS
Facebook
Twitter
YouTube
Instagram