Diakurd logo

Destûra Diakurdê

Konfederasyona Kurdên Diaspora – Diakurd

§1 Nav û cihê tomarkirina fermî ya rêkxistinê

Rêkxistin bi kurdî bi navên “Konfederasyona Kurdên Diaspora” û “Konfîdrasyonî Kurdanî Diaspora” tê naskirin. Navê kurtkirî ya rêkxistinê “Diakurd” e û rêkxistin dikare bi fermi bi wî navî jî bêt bangkirin. Navê fermî yê rêkxistinê bi inglîzî “Kurdish Diaspora Confederation” e.

Navenda rêkxistinê li Stockholm paytextê Swêdê ye. Bi gorî şert û mercan komîteya birêveberî dikare navendê bo welatekî din veguhêze.

§2 Armanc û erkên rêkxistinê

Konfederasyona Kurdên Diaspora – Diakurd di warê etîkî, siyasî, olî û mezhebî de bêalî ye. Diakurd parastvanê demokrasî, aştî, azadî, wekhevî û dadperweriya civakî ye. Diakurd bo Yeketiya gelê kurd li diaspoara û Kurdistanê dixebite.

Armancên serekî yên Diakurdê:

  1. Berfirehkirina hevkariyê di navbera rêkxistinên kurdan û pêşxistina civaka sîvîl ya kurdên diaspora:
    Diakurd sîwana federasyon û saziyên dinê kurdî li diaspora ye. Diakurd bo berfirehkirin û pêşdexistina kordînasyona çalakiyên neteweyî yên rêkxistinên kurd li diaspora dixebite. Ew palpiştê nasname û ferhenga kurdî ye. Diakurd piştgîriya berjewendiyên civaka kurd li diaspora dike.
  2. Bihêzkirina întegrasyon û pêwendiyên kurdên diaspora bi welat û neteweyên din re:
    Diakurd kurdên diaspora han dide ku bixwînin, kar bikin, beşdarî di siyasetê de bikin, xwe bi rêkxistin bikin, ziman û nasnameya xwe ya neteweyî biparêzin û di gel civakên welatên ku lê nîştecî ne pêwendiyan çêbikin. Armanca Diakurdê bihêzkirina pêwendiyan û afirandina rewşeke sazinde ye bo danûstandina ferhengî, civakî û siyasî di navbera kurdan û welatên ku diaspora kurd lê heye.
  3. Piştgîrîkirina berjewendiyên neteweyî û mafê çarenivîsa gelên Kurdistanê:
    Diakurd piştgîriya pêkvejiyanê, azadiyê, demokrasiyê, wekheviyê û diyarkirina çarenûsê li hemû beşên Kurdistanê dike. Diakurd di pêwendiyên xwe bi navendên biryarder re, lobiya berjewendiyên Kurdistanê û kurdên diaspora dike. Armanca pêşerojê ya Diakurdê damezrandina Kongreya Kurdên Diaspora ye.

Bo bicîgihandina armancên xwe, Diakurd

  1. Ji bo plan û cîbicîkirina çalakiyên pêşdebirina întegrasyonê hevkariyê di gel endamên xwe dike.
  2. Bo gihiştin bi armancên xwe di gel federasyonên endam, sazî û rêkxistinên din yên kurdî, desthilata kurdî li hemû beşên Kurdistanê û aliyên din yên ku armancên hevpar hene, hevkariyê dike.
  3. Di gel rêkxistinên endam û aliyên din yên pêwendîdar proje û çalakiyan rêkdixe.
  4. Li ser pirsa kurd, diaspora û babetên girêdayî, pêwendiyan çêdike û bandorê li ser raya giştî dike.
  5. Ji bo birêvebirina çalakiyên xwe hewl dide bibe xwediyê cih, navend, kompanî û pêdawîstiyên din.

Bo fînanse kirina çalakiyên xwe, Diakurd dikare

  1. Heqê endametî û alîkariyê ji endamên xwe werbigre.
  2. Alîkariyê ji aliyên Kurdistanî û navneteweyî daxwaz bike û werbigre.
  3. Berhem û xizmetguzariyên pêwendîdar bi armancên xwe bifiroşe.
  4. Xelat û alikariyên mirovdostane werbigre.
  5. Bi rêyên yasayî pere kom bike û tîropişkan rêk bixe.

§ 3 Sala darayî

Sala darayî di 1/1 destpêdike û di 31/12 bi dawî tê. Sala darayî ya yekê bi tomarkirina rêkxistinê destpêdike û heya dawiya sala din dom dike.

§ 4 Endametî

Hemû rêkxistinên civakî wek federasyon, sazî û navendên ku bi fermî li diaspora hatine tomarkirin û mercên xwarê bicih tînin, dikarin bibin endamê Diakurdê:

  1. Destûra fermî ya Diakurdê weke xwe bipejirîne û piştgîriya wê bike.
  2. Kurdan weke neteweyekê ku xwedî ziman, welat, ala û sirûda neteweyî ye ku mafê çarenivîs û damezrandina dewleta serbixwe heye, nas bike.

Li welatên ku hêj federasyon nehatine damezrandin rêkxistinên civakî dikarin daxwaza endametiyê bikin.

Endametî bi nivîsandina nameya fermî di gel şandina kopiya tomara fermi ya rêkxistinê, û navên endamên komîteya birêveberî çêdibe. Federasyon û navendên din ku daxwaza endametiyê dikin, pêwîste lîsta fermî ya komeleyên endam pêşkêş bikin.  

Federasyon û navendên din ku di navbera du kongreyan da daxwaza endametiyê dikin û ji aliyê Komîteya birêveberiyê bêne pejirandin, dikarin di xebat û civînên Komîteya birêveberî de wek berendam beşdarî bikin.

Komîteya birêveberî biryarê li ser daxwaza endametiyê dide û bersiva nivîskî ji wan re dişîne. Ger daxwaza endametiye neyê pejirandin, pêwîste hokarên wê bi nivîskî bên diyarkirin.

§ 5 Dawîhatina endametiyê

Endametî dikare bi vekişandin an jî derkirinê bi dawî were.

Vekişandin bi şandina nameya fermî ya rêkxistina endam bo Komîteya birêvebiriyê çêdibe.

Li ser daxwaza komîteya birêveberiyê endam dikare bi biryara kongrê bê derkirin. Hokarên derkirinê girêdayî ne bi bicihneanîna mercên endametiyê. Berî biryara derkirinê, hewce ye derfet bo endamî bêt dayin di nav 3 mehan de xwe serrast bike. Biryara derkirinê pêwîste bi nivîskî be û hokarên derkirinê jî tê de hatibin nivîsîn.

§ 6 Heqê endametiyê

Kongre li ser pêşniyara Komîteya birêvebir heqê endametiyê bo rêkxistinan û kesayetiyan diyar dike. Heqê endametiyê pêwîste berî dawiya meha îlonê bête dayîn.

§ 7 Organên rêkxistinê

Kongre, Komîteya Birêvebirî, Komîteya Çavdêrî û Encûmena Şêwirmendan organên Diakurdê ne.

§ 8 Kongre

Kongre organa herî bilind ya Diakurdê ye. Di Kongreya yekem de Diakurd bi fermî tê ragihandin û piştî wê her 2 salan carekê Kongreya asayî tê çêkirin.

Kongre ji aliyê komîteya birêveberî tê bangkirin. Bangewazî bo kongireyê pêwîste ji aliyê kêm 30 rojan berî civînê bê şandin û pêwîste naveroka Kongrê jî tê de bê zelal kirin.

Erkên Kongrê ji xalên xwarê pêk tê:

  1. Biryardan li ser guherîna destûrê
  2. Nirxandina karûbarên 2 salên bihûrî, şîrovekirina rewşa Kurdistanê û diasporayê
  3. Pêdaçûn bi pêşniyarên ku ji aliyê endaman bo Kongrê hatine kirin
  4. Diyarkirina stratejî û misyona Diakurdê û pêşniyarkirina program û xebatên bingehîn bo 2 salên pêşiyê
  5. Hilbijartina Komîteya Birêveberî
  6. Hilbijartina Encûmena Şêwirmendan
  7. Hilbijartina Komîteya Çavdêrî
  8. Pejirandin û derkirina endaman li ser pêşniyara Komîteya Birêveberiyê
  9. Biryardan li ser hilweşandina rêkxistinê

Nûnerên kongrê bi wî awayî tên destnîşankirin:

  1. Her federasyonek endam dikare 5 nûneran bo Kongrê bişîne.
  2. Navendên taybet (wek înstîtût, destgehên akademî, navendên olî, komeleyên pîşeyî htd.) ku wek endam hatibin pejirandin, dikarin nûnerekî xwe bo Kongrê bişînin.
  3. Li welatên ku federasyon tunebin, komeleyên endam dikarin her yek kesekê wek nûnerê xwe bişînin kongreyê.
  4. Endamên Encûmena Şêwirmgendan wek nûner di kongrê de beşdar dibin.
  5. 5.Kesayetiyên ku endamtiya wan hatine qebûl kirin di kongrê de beşdar dibin.

Hemû nûnerên beşdar di Kongrê de dikarin xwe bo Komîteya Birêveberiyê berbijar bikin. Kesên berbijar pêwîste di kongrê de bi fîzîkî an online amade bin.

Di kongrê de tenê rêkxistin û kesayetiyên ku heqê endametiyê dane, xwedî mafê dengdan û xwe berbijarkirinê ne.

§ 9 Komîteya birêveberî (KB)

Komîteya birêveberî (KB) ji du beşan pêk tê:

  • Beşa yekem ji nûnerekî her yek ji federasyonên endam pêk tê.
  • Beşa duyem endam bi qasî jimareya federasyonan û dû cîgir ji aliyê kongrê ve tên hilbijartin. Di hilbijartinên KB de baştire nûnerayetiya cografî, zayendî û Kurdistanî bê berçavgirtin.

KB bi kêmî ve mehê carekê dicive. Civînên KB dikarin bi rêyên online jî werin çêkirin. Bangewaz û rojev 7 rojan berî civînê ji aliyê serok an sekreter bo endamên KB tê şandin. Serokê Diakurdê civînê birêvedibe.

Civîna KB bi beşdariya endamên amade xwedî biryare.

KB bi taybetî erkên xwarê hene:

  • hilbijartina Serokê Diakurdê,  Sekreter û Berpirsyarê darayî
  • plan û cîbicîkirina proje û çalakî û budceya salane
  • pêşniyar bo Kongrê li ser wergirtin û derkirina endaman
  • damezrandina komîte û komîsyonên taybet (wek karûbarên ciwanan, jinan, zanistî, netewesazî, dîplomasî, ekolojî, aborî, lêkolînên zanistî û htd).

KB dikare kesayetiyên ku xizmetek dirêj û neteweyî kiribin an di asta navneteweyî de destkevtên berbiçav bidest anîbin, weke endamên KB destnîşan bike. Biryarên wiha pêwîstî bi dengên 2/3 endamên KB heye.

Mafê dengdanê bo beşdarî di biryardanê bo hemû endamên KB wek hev e. Dengdan dikare vekirî an veşartî be.

Komîteya birêveberî bi piraniya dengên endamên amade di civînê de biryaran dide. Dema ku deng wek hev bin, serok xwedî biryare.

Sekreter raporta civînê dinivîse û KB wê di civîna bê de pesend dike.

Endamên cîgir dikarin beşdarî civînên KB bibin, lê mafê wan yê dengdanê nîne. Dema ku endamekî komîteya birêveberiyê dest ji kar hilgire, bo dema mayî endamê cîgirê yekem cihê wê/wî digire.

Li ser daxwaza 2/3 endaman, serok erkdar dibe banga kongreya awarte ji endaman re bişîne. Bo kongreya awarte pêwîste hokar di bangewaznameyê de bên diyarkirin.

KB berpirsyare ku jimêryarî bi rêkûpêkî were kirin. Di pirsên darayî de, serok û berpirsê darayiyê mafê wajokirinê hene. Berpirsê darayiyê erkdare fatûreyan werbigire û di dema xwe de cîbicî bike. Ew herwiha berpisyare ji komkirina dahat û alîkariyan bo birêvebirina karûbarên rêkxistinê.

Di dawiya sala darayî de komîteya çavdêrî raporta darayiyê bo komîteya birêveberiyê dişîne.

§ 10 Encûmena Şêwirmendan (EŞ)

Encûmena şêwirmendan (EŞ) organekî şêwirmendî ye û bi pêşniyar û têbîniyên xwe karê Diakurdê dewlemend dike. Kesayetiyên ku xizmeta neteweyî kiribin an di asta navneteweyî de destkevtên berbiçav bibidest anîbin, di kongrê da weke endamên EŞ têne hilbijartin. Hejmara wan di kongrê de tê diyarkirin.

EŞ di nav xwe de berpirsyar û kesên din bo karûbarên xwe destnîşan dike. EŞ protokolên civînên xwe bo KB dişîne û bi kêmasî salê du caran di gel KB civînên hevbeş çêdike.

Di navbera du kongreyan de kesayetiyên kurd dikarin daxwaza endametiyê di EŞ bo KB rêbikin. Endamên pêşniyarkirî ji aliyê kongrê tên hilbijartin.

§ 11 Komîteya Çavdêrî

Komîteya Çavdêrî bo kontrol û çavdêriya aborî û şopandina kar û xebatên Diakurdê ji aliyê Kongrê tê hilbijartin. Hejmara endamên Komîteya Çavdêrî di her kongreyê de , ji alîyê kongreyê ve tê tesbît kirin.

§ 12 Wajokirin li ser navê rêkxistinê

Serok piştî agahdarkirina komîteya birêveber mafê wajokirinê (îmzekirinê) li ser navê Diakurdê heye. Dema ku serok amade nebe, ew dikare desthilata wajokirinê bide kesek dinê endamê komîteya birêveber.

§ 13 Guherîna destûrê û hilweşandina rêkxistinê

Biryar ji bo guherîna destûrê û hilweşandina Diakurdê dikare tenê ji aliyê Kongrê bi rêjeya du li ser sê (2/3) ya dengan bê dayîn. Di wê demê de di banghêşta Kongreyê de pêwîste li ser guherîna destûrê an hilweşandina Diakurdê zaniyarî bê dayîn.

Di dema hilweşandina Diakurdê de, saman û sermayeyê wê di navbera federasyon û saziyên endam de tê dabeşkirin.

Destûr bi biryara Kongreya damezirandina Konfederasyona Kurdên Diaspora – Diakurd ê di 22/01/2022 li Stockholm hatiye pesend kirin û ketiye warê cîbicîkirinê. Destûra fermî bi zimanên kurdî û înglîzî hatiye weşandin.

RSS
Facebook
Twitter
YouTube
Instagram