Serxwebûn û Azadiye rê rûmettêr yew çî çîn o!

Gelê kurd xwedî mêjûyeke kevnare ye. Bi hezaran sal berî zayînê gelê Kurd li ser erdnigariya Kurdistanê jiyaye. Di dirêjahiya dîrokê de Kurdistan hatiye dagîrkirin, dabeşkirin, zulm û zordariyek bêwêne li ser gelê kurd de hatiye sepandin. Girtin, kuştin, talan û wêrankirin bûne bûyerên rojane li Kurdistanê, lê gelê kurd her dem bergirî li xwe û welatê xwe kiriye. Gelê kurd bi serbilindî xwe parastiye û hewl bo pêşerojeke ronî daye.

Pênc salan berî niha, di 25ê îlona 2017an de, netewa kurd şanaziyek dîrokî tomar kir. Di referandûma serxwebûnê de 92,73 % ji hevwelatiyan piştgîriya xwe bo damezrandina dewletek serbixwe li başûrê Kurdistanê diyar kirin. Giştpirsî bi îradeya siyasî û piştgîriya neteweyî di wextê diyarkirî û li hemû navçeyên başûrê Kurdistanê birêveçû. Biryara giştpirsiya serxwebûnê û serkewtina wê, bûne mayeyê serbilindiya nîştimanperwer û azadîxwazên kurd li hemû beşên Kurdistanê. Gelê kurd li sertaserê Kurdistanê, li diaspora  û heta di bin zext û êrişan li metropolên dagîrkeran jî bi girseyî, di bin ala pîroz ya Kurdistanê û bi marşa Ey reqîb tewlî şahî û serkewtina gelê xwe bûn.

Li aliyê din giştpirsî bû kabûsek bêwêne bo dijminan. Dagîrkerên Kurdistanê, bi serkêşiya Îran û Tirkiye ketin pîlanên kûr bo fetisandina banga azadiyê. Wek tê zanîn wan ji zû de biryar daye ku bi hemû awayî li dijî destkeft û pêşkewtinên gelê kurd rawestin, lê mixabin dijminên me yên dîrokî karîn hin kalfam û nezanên kurdan jî bo berjewendiyên xwe bikar bînin û wan bikene berbestê rêbaza serxwebûnê. Her wiha sererayî peyama zelal ya gelê Kurdistanê, civaka nawneteweyî li dijî hereşe û hêrişên dagîrkerên Kurdistanê bêhelwest ma.

Piştî derbasbûna pênc salan li ser referandûmê bila dost û dijminên gelê me dilniya bin ku doza azadî û serxwebûnê nerawestaye û nayê rawestandin. Pirsa kurd, pirsa neteweyekê ye ku tu caran dagîrkerî û bindestiyê qebûl nake.

Doza kurd her berdewam e, lê bo gehiştin bi armancên neteweyî em hewceyî yeketî û hemahengiya hemû aliyên Kurdistanî ne. Êdî dem hatiye em li kilîla çareseriya pirsgirêkên navxweyî û bihêzkirina yeketiya neteweyî bigerin. Pêwîste em perwerdeya neteweyî bikin beşek ji jiyana xwe ya rojane û nifşên nû bo pêşerojek geş amade bikin. Pêwîste em li diaspora berjewendiyên neteweyî biparêzîn û peywendiyan di gel welatên demokrat û navendên xwedîbandor bihêz bikin.

Referandûmê serxwebûn misoger nekir, lê ew bû belgeyek ku di her wext û serdemekê de dikare di peywendî û peymanên navçeyî û navneteweyî de cihê xwe bibîne. Referandûmê xwasta rastîn ya gelê kurd bo hemû dinyayê zelal kir. Êdî li her derê hatiye fêm kirin ku referandûm berhema doza rizgariya neteweyî, xebata bêhempa ya hêza pêşmerge û welatparêzan, xwîna şehîdan, cînosîda neteweyî, fedakariya hevwelatiyan û îradeya pêşengên kurdayetiyê ye. Em wê destkeftê bi şanazî bi bîr tînin û 5-saliya serkewtina referandûma başûrê Kurdistanê bi germî ji gelê xwe pîroz dikin.


Konfederasyona Kurdên Diyaspora – Diakurd
25/09/2022

RSS
Facebook
Twitter
YouTube
Instagram